29'ê Cotmeha 2016'an: JINHA û 15 dezgehên çapemeniyê hatin girtin 2022-10-29 09:07:49     Piştî hewldana 15'ê tîrmehê bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) biryarnameyek hat derxistin û di encamê de gelek sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin. Yekane ajansa nûçeyan a jinan JINHA di 8'ê Adara 2012'yan de hatibû vekirin û di 29'ê cotmeha 2016'an de hat girtin. Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Rojnameya Rojane Azadiya Welat û ajansa nûçeyan a Yuksekova jî di nav de 10 rojname, 2 ajansa nûçeyan û 3 kovar hatin girtin.    1692: Waliyê Massachusettsê Wîllîam Phips dawî li dadgehên pîrebokan (Salem) anî. Di 1692 û1693'yan de li Massachusettsê 30 kes hatin darvekirin û ji ber vê navê danişînê kirin Salem.    1837: Harriet Powers bi eslê xwe Efrîkî ye li Emerîkayê hunera xwe ya dirûtina lihêfan bi pêş xist û îro hat dinê.    1909: Rojnameya Deng Bidin Jinan a Britanyayê îro, jinên ku ji bo mafê dengdayînê hatibûn girtin, li girtîgehan dest bi greve birçûbûnê kiribûn û bi zorê mudaxale li wan hatibû kirin kir manşeta rojnameya xwe.    1924: Danîlle Mîtterand berxwedêra 2'yemîn Şerê Cîhanê û her wiha li cîhanê wekî dostê gelan tê nasîn hat dinê.    2005: Li Mala Jinan a Kardelenê ya Şaredariya Rêzana Amedê 500 jin tevlî qursê bûn.    2006: Projeya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tecawiz û Destdirêjiyê ya di bin çavan de, aşkera kir ku di navbera salên 1997'an heta 2006'an di bin çavan de 236 jin bi taciz û tecawizê re rûbirû ma.    2007: 3'yemîn Konferansa Jinên Ciwanên Azad bi tevlîbûneke mezin pêk hat.    2015: Li Nepalê cara yekem jinek bû serokkomar. Bidhya Devî Bhandarî hêj di dibistana amadekariyê de di siyasetê de çalak cih girt û di 54 saliya xwe de bû serokkomara dewletê. Bidhya, her tim ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de têkoşîn daye.    2016: Koalîsyona Herêma Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn a Parêzvanên Mafên Mirovan a Jinê-WHRD, bertekek tund nîşanî binçavkirina Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, da û got divê demildest bên berdan.     2017: Dadgeha Bilind a Hîndistanê di danişînekê de helwesta xwe wiha aşkera kiribû "Kurtaj û welîdin tenê biryara jinê ye".   2018: Fîlmê Les Filler du Soleîl (Keçikên Rojê) ê têkoşîna jinên kurd kir mijar, di 24'emîn Mîhrîcana Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî de hat nîşandan.    2020: Li bajarê Varşova ya Polonyayê jin li dijî qanûna kurtajê daketin qadan û çalakiya protestoyî li dar xistin.