19'ê Cotmeha 2016'an: Jinên Arjantînî dest bi grevê kirin

  • 10:13 19 Cotmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinên Arjantînî bi dirûşma #NiUnaMenos/#BirKadınDahaEksilmeyecegiz dest bi grevê kirin. 
 
Hinek geşanên di dîrokê de îro qewimiye wiha ne: 
 
1909: Fizîkvana navdar Marguerite Perey îro hat dinê. 
 
1943: Peykertiraşa Fransî Camîlle Claudel îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2016: Li Parîsa Fransayê Tevgera Jinên Kurd ên Ewroyê bi navê "Çalakiya Edaletê" ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leşla Şaylemez bên dîtin çalakiyek li dar xistin. 
 
2016: Ji hêla 17 girtiyên jin ve li ser Jineolojiyê nivîs hatin amadekirin û Akademiya Jinan a Azad a Amedê jî nivîsên 17 girtiyên jin kir pirtûk. Pirtûka Jineolojiyê ji hêla rojnameger Necibe Qerejdaxê ve bi soranî hat wergerkirin. 
  
2017: Girtiyên Jin li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur lidarxistin. Li Girtîgeha Baybûrtê jî girtiyên jin li dijî tecrîdê çalakiya deng derxistinê li dar xistin. 
 
2017: Li Çerxerêya El Neîm a Reqayê YPJ derbarê azadiya Reqayê de daxuyaniyek da û azadbûna Reqayê ji hêla Nesrîn Abdullah ve hat kirin.
 
2019:  Kollektîfa Greva Jinan a Biel a Swîsre li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga li hemû jinên cîhanê kir û xwestin li dijî êrîşan bikevin nava hewldanan.