19'ê Cotmeha 2016'an: Jinên Arjantînî dest bi grevê kirin 2022-10-19 10:13:09     Jinên Arjantînî bi dirûşma #NiUnaMenos/#BirKadınDahaEksilmeyecegiz dest bi grevê kirin.    Hinek geşanên di dîrokê de îro qewimiye wiha ne:    1909: Fizîkvana navdar Marguerite Perey îro hat dinê.    1943: Peykertiraşa Fransî Camîlle Claudel îro jiyana xwe ji dest da.    2016: Li Parîsa Fransayê Tevgera Jinên Kurd ên Ewroyê bi navê "Çalakiya Edaletê" ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leşla Şaylemez bên dîtin çalakiyek li dar xistin.    2016: Ji hêla 17 girtiyên jin ve li ser Jineolojiyê nivîs hatin amadekirin û Akademiya Jinan a Azad a Amedê jî nivîsên 17 girtiyên jin kir pirtûk. Pirtûka Jineolojiyê ji hêla rojnameger Necibe Qerejdaxê ve bi soranî hat wergerkirin.     2017: Girtiyên Jin li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur lidarxistin. Li Girtîgeha Baybûrtê jî girtiyên jin li dijî tecrîdê çalakiya deng derxistinê li dar xistin.    2017: Li Çerxerêya El Neîm a Reqayê YPJ derbarê azadiya Reqayê de daxuyaniyek da û azadbûna Reqayê ji hêla Nesrîn Abdullah ve hat kirin.   2019:  Kollektîfa Greva Jinan a Biel a Swîsre li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga li hemû jinên cîhanê kir û xwestin li dijî êrîşan bikevin nava hewldanan.