23'yê Îlona 2013'yan: Jin li dijî êrişên li ser goran ber bi Çiyayê Bagokê ve meşiyan

  • 09:49 23 Îlon 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Saziyên jinan ên hevparên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) li dijî êrişên li ser "Şehîtgeha Pirsûsê ya Şehîd Egîd" ya PKK û HPG'yî tê de hatibûn definkirin meş li dar xistin. Jinên li dijî êrişan derketin ber bi Çiyayê Bagokê ve meşiyan û meşa xwe li ser gorê bi dawî kirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2016: Nivîskar Asli Erdogan Aştiyê ya Erich Maria Remarque ya ji aliyê Şaredariya Osnabruckê hat dayin girt. 
 
2019: Aktivîsta avhewayê Greta Thunberg  di Lutkyea Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî wiha got:"Divê ez ne li vir bama ez ji okynusê wêdetir li dibistanê bama. Hûn bi çi wêrektiyê ji me hêviyê dipên? Bi gotinên xwe yên vala we zarokatî û xeyalên me dizîn?" 
 
2019: Serap Yilhan a li Malên Zarokan ên girêdayî Muduriyeta Bajêr a Polîtîkayên Civakî û Malbatî mamostetî dikir ji ber xwest bêûsûliya li wir diqewime derxe holê ji karê xwe hat dûrxistin. Serap Yilhan ber bi întixarê ve hat kişandin û di 23'yê Îlona 2019'an de dawî li jiyana xwe anî.