23'yê Îlona 2013'yan: Jin li dijî êrişên li ser goran ber bi Çiyayê Bagokê ve meşiyan 2022-09-23 09:49:33   Saziyên jinan ên hevparên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) li dijî êrişên li ser "Şehîtgeha Pirsûsê ya Şehîd Egîd" ya PKK û HPG'yî tê de hatibûn definkirin meş li dar xistin. Jinên li dijî êrişan derketin ber bi Çiyayê Bagokê ve meşiyan û meşa xwe li ser gorê bi dawî kirin.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   2016: Nivîskar Asli Erdogan Aştiyê ya Erich Maria Remarque ya ji aliyê Şaredariya Osnabruckê hat dayin girt.    2019: Aktivîsta avhewayê Greta Thunberg  di Lutkyea Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî wiha got:"Divê ez ne li vir bama ez ji okynusê wêdetir li dibistanê bama. Hûn bi çi wêrektiyê ji me hêviyê dipên? Bi gotinên xwe yên vala we zarokatî û xeyalên me dizîn?"    2019: Serap Yilhan a li Malên Zarokan ên girêdayî Muduriyeta Bajêr a Polîtîkayên Civakî û Malbatî mamostetî dikir ji ber xwest bêûsûliya li wir diqewime derxe holê ji karê xwe hat dûrxistin. Serap Yilhan ber bi întixarê ve hat kişandin û di 23'yê Îlona 2019'an de dawî li jiyana xwe anî.