19'ê Tebaxa 2014'an: Li Arjantînê Sakine Cansiz wek 'Seroka Rûmetê' hat diyarkirin

  • 09:40 19 Tebax 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Buenos Aieresa Arjantînê, Tevgera Ciwanan a Che Guaverac di kongreya xwe ya 10'emîn a sala 2014'an de siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz "Seroka Rûmetê" îlan kir. 
 
Li Buenos Aieresa Arjantînê, Tevgera Ciwanan a Che Guaverac di kongreya xwe ya 10'emîn a sala 2014'an de siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz wekî "Seroka Rûmetê" îlan kir. Di kongreyê de hat diyar kirin ku Sakîne Cansiz wekî hevserok îlan dikin û gotin: "Rêheval Sara, bi terza xwe ya sosyalîst têkoşîna jinên kurd temsîl dike. Têkoşîna Rêheval Sara ji sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derketiye û belavî hemû cîhanê bûye. Li ser vê esasî em wekê Tevgera Ciwanan ê Guevara di kongreya xwe de îlankirina hevserokatiya Rêheval Sara ji bo me rûmet e." 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
1995: Di 21'ê tebaxa 1995'an de Leman Çelîkaslan hat binçavkirin û li daristanê bi tecawiza 3 polîsan re rûbirû ma. Di îfadeya xwe ya li Midûriyeta Emniyetê ya Enqerê de tecawiza pêk hatî anî ziman. Dema ku Leman bibin girtîgehê xwestin muayene bikin lê ji ber ku cilên xwe dernexist bijîşk jî di rapora xwe de bi muameleya xirab re rûbirû nemaye da. Piştî hefteyek şûn de di 9'ê tebaxê de gilî kir û daxwaza sewqa nexweşxaneyê kir. Dema ew sewqê Dezgeha Tiba Edlî kirin Leman daxwaza bijîşka jin kir. Ji ber ku daxwaza wê nehat qebûl kirin nehat muayenekirin. Di 17'ê tebaxê de ew carek din birin nexweşxaneyê lê bijîşkan derbarê tecawizê de tiştek aşkera nekirin. Ji bo Lemanê gelek komên jinan û sendikayên jinan di 19'ê tebaxa sala 1995'an de li kolana Mis a Taksîmê çalakiya protestoyî li dar xistin. Di 25'ê mijdara 1995'an de jî komek jin ên li Enqereyê derbarê tecawizê de gili kirin. 
 
2014: Girtiyên  PAJK'î, êrîşên DAIŞ'ê  yên li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kirin û gotin, " Piştî van êrîşan ji bo me şoreşgeran girtîgeh teng tê. Em bi dilê xwe li Şengalê ne û li gel gelê berxwedêr in." 
 
2015: Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BIKG), li dijî êrişa polîs û leşkeran a li Farqîn, Gimgim, Silopî û Licê li Qada Galatasaraya Stenbolê kom bûn û çalakiya protestoyê li dar xistin. Jinan ligel astengiya polîsan çalakiya rûniştinê pêk anîn û bangewaziyên rawestandina şer û pêkanîna aştiyê kirin. 
 
2015: Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, jinên endamên HDP'ê, aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA), endamên KOM'ê çûn Mûşê li cihê ku işkence li cenazeya Kevser Elturk (Ekîn Wan) hatî kirin. Her wiha di heman demê de li Mêrdîn, Bêdlîs û Amedê li dijî îşkenceya li cenazeya Ekîn Wan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. 
 
2015: Li dijî konsepta şer a AKP’Ê li taxa Gazî ya Stenbolê, navçeya Bazida Agiriyê û li navçeya Liceya Amedê gelan rêveberiya xweser îlan kirin. 
 
2016: Rojnameya Ozgur Gundemê bi biryara Dadgeha Cezayê Sulh a 8'emîn ve hat girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê li dijî girtinê bi 8 rûpelan wek pêveka Rojnameya Atilimê bi sernavê "Berxwedan dê bidome" derket. 
 
2017: Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Dê tecrîd têk biçe û azadî bi ser keve" starta kampanyaya xwe li Stenbolê bi deklarasyonekî dan. Jinan bi kampanyayê banga mezin kirina têkoşînê ya li dijî tecrîdê kirin. 
 
2019: Ji Dayikên Şemiyê Elmas Eren jiyana xwe ji dest da. Kurê Elmasê Hayrettîn Eren ji windayên 12'yê îlonê ye û Elmas jî 39 sal bi Dayikên Şemiyê re di nav têkoşînê de bû. 
 
2019: Qayûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezîn ên Wan, Amed û Mêrdinê kirin û hewşaredar ji peywirê hatin girtin. 
 
2020: Îpek Er (18) ya ku bi tecawiza çawişê pispor Mûsa Orhan ve rûbirû mabû û di 16'ê tîrmehê de xwest dawî li jiyana xwe binê, Îpek li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. Îpek li Goristana Asrî ya Şaredariya Êlihê hat definkirin. Her wiha destûr nehat dayîn ku jin tevlî merasîma cenazeyê bibin.