30'ê Tîrmeha 2021'ê: Tirkên nijadperest 7 kes ji malbatek kurd qetil kirin

  • 10:02 30 Tîrmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Malbata kurd a Dedeogullari ku li navçeya Meram a Konyayê dima,  cîranên wan malbata Keleş û Çalak ên tirkên nijadperest di 12'ê Gulana 2021'ê de êrîşî wan kirin û di 30'ê Tîrmehê de jî ji heman malbatê 7 kes qetil kirin. Di ser qirkirina vê malbatê re salek derbas bû. Nijadperestan ji malbatê re gotibûn, "Em ulkucu ne, nahêlin ku hûn li vêderê bijîn" û ji ferdên malbatê Yaşar, Serap, Serpîl, Îpek, Metîn û Bariş Dedeogullari qetil kiribûn.  Bersûcên bûyerê bi hinceta "delîlên kêm" serbest hatin berdan û nehatin cezakirin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatin wiha ne:
 
1818: Emily Bronte xwedî romaneke navdar bû. Emily îro hat dinê û wek xwişkên xwe wêjeyê re eleqedar bû. Hej di biçûktiya xwe de dest bi nivîsê kir. Romanên xwe yên ewilî bi navê mêran weşandin. Nexwestin derkevin pêşberî xwendevanan û ji ber ku xwendevan li hemberî nivîskarên jin her tim pêşdaraz bûn. Emily di 30 saliya xwe de di 19 kanûna 1848’an de jiyana xwe ji dest ta.  
 
1948: Piyanist û bestekara Bulgar Julia Tsenova, îro li Sofyayê hat dinê. Julia li Ewropayê tevlî gelek xebatên atolyeyan bû. Di gelek mîhrîcanan de û her wiha di Kursiya Bestekarên Navneteweyî ya li Parîsê de besteyên xwe pêşkeş kir. Her wiha Julia endama Yekitiya Bestekarên Bulgar û Komeleya Muzîka Nûjen a Navneteweyî bû. Berhemên wê yên senfonîk, koro û muzîka ser dikê jî gelek in. Berhemen wê di hêla dramatîk û felsefeyê de gelekî dewlemen bû. Julia bêtir ser felsefeya rojhilatê disekinî. Julia, di 11'ê nîsana 2010’an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. 
  
1985: Matematîkzana Amerîkî Julia Hall Bowman Robinson, di 8'ê kanûna 1919’an de hat dinê. Di hêla teoriya hesabê de rolek mezin lîst. Julia endama MacArthurê bû. Julia di sala 1983'yan de jiyana xwe ji dest da.  
 
2006: Pêşenga tevgera femînist û nivîskara Tirkiyeyî Duygu Asena, di 19'ê nîsana 1946’an de hat dinê. Di 1990’î de mijara wekheviya di navbera jin û mêran anî rojevê. Di jiyana xwe de her tim parastina mafên jinan kir. Duygu bi pirtûka xwe ya "Navê Jinê Nîne" ya ku di sala 1987’an de çap kir navdar bû. Di pirtûkê de serpêhatiya jinekî tîne ziman. Di sala 1988'an de dewletê firotina pirtûkê asteng kir û di sala 1991’an de jî astengiyê ji holê rakir. Heman pirtûk ji hêla derhêner Atif Yilmaz ve bû mijara fîlmê. Pirtûk li Elmanya, Hollanda û Yewnanîstanê hat weşandin. 15 sal beriya niha Duygu îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Meclîsa Êzidiyên Şengalê, piştî salek ser êrişên DAIŞ'ê re derbas bû bangewaziya "Bila 3'yê Tebaxê bibe Roja Şengalê ya Cîhanê" kir.