13'ê Tîrmeha 1930'î: Berî bi 91 salî îro li Geliyê Zîlan komkujî hat kirin

  • 09:37 13 Tîrmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Dewleta tirk berî bi 91 salî îro li Geliyê Zîlan komkujî kir û bi hezaran kurd qetil kirin. 
 
Di Komkujiya Geliyê Zîlan ku 91 sal li dû xwe hişt de 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran kes hatin qetilkirin. 
 
Hin bûyerên girîng ên din ku di dîrokê de pêk hatine wiha ne: 
 
1863: Margaret Alice Murray a li Qraliyeta Yekbûyî di beşa arkeolojiyê de dixebitî îro ji dayik bû. 
 
1889: Emma Asson ku jina yekem a ji bo paramanetoya Estonyayê hat hilbijartin e, îro ji dayik bû.  Ema ji bo 1'emîn Qanuna Bingehîn a Estonyayê ya xweser de cih girt û di 1912'an de cara yekê bi zimanê Estonî hin pirtûkên dersa dîrokê nivîsandine. 
 
1954: Wênesaz Frîda Kahlo, di 6'ê Tîrmeha 1907'an de ji dayik bûn. Frîda piştî ku di 18 saliya xwe de di qezaya trafîkê de astengdar ma, dest  bi wênexêziyê kir. Frîda berî bi 67 salan îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Kelly Preston a lîstikvan ji ber pençeşêra memikan a ji ber wê du salan tedawî dît di 57 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.