1'ê Tîrmeha 1972'yan: Kovara Femînist Spare Rib dest bi weşanê kir

  • 09:08 1 Tîrmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Hejmara yekem a Kovara Femînist Spare Rib îro hat weşandin. Bi nasnameyeke jinê ya nû biafirîne derket rê. Li dijî kovarên jinan ên din xwestin alternatîfek li dijî newekheviya cinsiyeta civakî pêş bixin. Kovar her mehê derket û di navbera salên 1972 û 1993'yan de weşana xwe domand. Kovarê di demek kurt de xwe gihand 20 hezar xwendevanan. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1873: Derhêner Alice Guy-Blachê îro hat dinê. Li gorî qeydên fermî 350 û li gorî ne qeydên fermî hezar fîlm kêşandiye. Tê zanîn ku heta sala 1906'an jineke yekem bûye ku derhêneriyê kiriye. 
 
1961: Prensesa Gallerê Diana Frances îro hat dinê. Diana hevjina Charlesê bû. Diana di axaftina xwe ya BBC’ê de bi zelalî axivî bû. Bi daxwaza Keybanû Elizabeth û serokwezîr di sala 1996’an de ji Charlesê veqetiya. Ji bo vê hat diyarkirin ku heke carek din bizewice dê unvana prensesiyê jê bê girtin. Di 31'ê tebaxa 1997'an de di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Mirina Dianayê wek “suîkastekê” tê nirxandin. 
 
2015: Ji hêla Şaredariya HDP'ê ya Qelqeliya Wanê ve Meclîsa Jinan hat avakirin. 
 
2016: Şandeya ku ji Konferansa Jinan a Cîhanê pêk dihat serdana Kongreya Jinên Azad (KJA) kir. 
 
2017: Rojnameger Şîfa Gerdî (Şîfa Zikrî Îbrahîm), di 1'ê tîrmeha 1986’an de li Urmiyeyê Rojhilatê Kurdistanê hat dinê. Şîfa di sala 2006’an de li Zanîngeha Selahaddînê ya Herêma Federal a Kurdistanê perwerdeya rojnamegeriyê girt. Piştî perwerdeyê dest bi xebatan kir. Şîfa, di 25'ê sibata 2017'an de li Musûlê di encama kemîna DAIŞ'ê de hat qetilkirin. 
 
2018: Ji hêla Komîteya Jineolojiyê ya Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Em ê berxwedana jinê li Efrînê bilind bikin û jinên cîhanê dê li hemberî faşîzmê serî rakin" xebateke atolyeyê dan destpêkirin. Ji bo atolyeyê 6 kon li ber qeraxa Çemê Firatê hat avakirin. 40 jin tevlî atolyeyê bûn. 
 
2021: Di 1'ê Tîrmeha 2021'ê de Peymana Stenbolê bi fermî ji meriyetê hat derxistin.