29'ê Hezîrana 1999: Daneşînên li Îmraliyê bi dawî bûn

  • 10:27 29 Hezîran 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Di 15'ê 1999'an de derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployekê Hianîn Tirkiyeyê de biryara "îdamê" hat dayîn. Ji ber ku di vê rojê de Şêxseîd û hevalên wî jî hatine darvekirin bijartina rojeke wiha balkêş bû.  Ji ber wê biryara dadgehê ji bo Gelê Kurd peyamek bû. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di vê rojê de qewimîne wiha ne: 
 
1861: Helbestvana ingilîz Elîzabeth Barrett Browînîng di 6'ê Adara 1806'an de ji dayik bû. Elîzabeth a ku yek ji helbestvana herî girîng a Serdema Cîctorîa ye, li Dewletê Yekbûyî yên Emerîkayê û Ingîlistanê bi helbestên xwe tê nasîn.
 
1974: Serokdewleta yekemîn a jin a Arjantînê Îsabel Peron sond xwar.
 
2015: Jinên Kurd û erb ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi navê "Şehîd Gulê Selmo" tabûra xweparastinê ava kirin. Armanca tabûrê ew bû ku xwe jinên li taxê ji êrîşên mêr û çeteyan biparêzin.
 
Piştî girtina Şebnem Korur Fîncanci, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglu ji ber piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kirin  û Gerînendetiya Nobedar a rojnameyê kirin, li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan "Nobeda Azadiyê" hat destpêkirin. Endama KJA'yê Gulîstan Aydin got, "Ji bo ku qirkirinên tên kirin neyên bihîstin, rojnamegeran digirin." 
  
2019: Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 33 kesên li Pirsûs a Rihayê di encama êrîşa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji det dan, li qadeke vala ya li piştî Gazî Koşku ya li Amedê 35 şitlên daran çand.  Jinan bi avdana şitlan çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
2020: Meclisa Jinan a Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) a Fatîhê û Tevgera Jinên Azad (TJA), DI çarçoveya "Têkoşîna jinê li her derê ye" bi armanca ku balê bikişînin ser qirkirina jinan li taxa Kocamustafapaşa ya Stenbolê çalakî li dar xistin.
 
2020: Li dijî êrîşa li ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn ku polîsan bi kuçikan êrîşî wê kir li Tirkiye û li herêmê çalakiyên hatin destpêkirin roj bi roj zêde bûn.