14'ê Hezîrana 2019'an: Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin

  • 09:41 14 Hezîran 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna nûnerên gelan kongreya xwe li dar xist. Di kongreya ku li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê pêk hatî de avakirina meclîsa xwe îlan kirin. 
 
1835: Marîa Trabnikova a ku di avakirina kooperatîfa weşangeriya jinên rûsî de cih digirt îro hat dinê. 
 
1904: Rojnameger û fotokêşa amerîkî Margaret Bourke-White, di dema Şerê 2'yem e Cîhanê de navdar bû. Cara yekem jinek di kovara Life de wek fotokêşeke jin xebitî. 
 
1907: Li Norveçê jinan mafê dengdayînê bi dest xist.
 
1991: Li Swîsreyê jinan ji bo pratîzekirina qanûna wekheviya di navbera jin û mêran de dest bi grevê kirin. 
 
1993: Tansu Çîller  bû serokwezîra Tirkiyeyê. Bi hişmendiya mêr polîtîkayeke meşand û faîlê gelek sûcan e. Di dîrokê de jî navê wê wisa hat nivîsin.
 
2015: Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd, li Swîsreyê Mîhrîcana Sakîne Cansiz hat lidarxistin. 
 
2019: Piştî 28 salan li Swîsreyê jinan dest bi grevê kirin. Di 14'ê hezîrana 1991'ê de grevek pêk hatibû. Jinan carek din jî ji bo heqdesteke wekhev û kareke wekhev dest bi grevê kirin.