19'ê Nîsana 1946'an: Duygu Asena ji dayik bû

  • 09:56 19 Nîsan 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Yek ji pêşengên tevgera feminist û nivîskar Duygu Asena di 1946'an de îro ji dayik bûye. Duygu têkoşîna xwe ya feminst li pirtûkên xwe yên nivîsandin nexş kiriye. Duygu di hemû nivîsên xwe de banga têkoşînê li jinan kiriye.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1831:  Edîtor, wergervan û nivîskara DYA'yî Mary Louîse Booth, îro ji dayik bûye. Mary a ku li atoyeyên tekstîlê xebitiye bi şev jî nivîsiye û bi nivîskên xwe hêz daye kovar û rojnameyan. 
 
1872: Alîce Salomon a ku reformîsteke Alman e, îro ji dayik bûye.  Alîce ya ku di warê xizmetên civakî de gelek xebat kiriye ji bo bîranîna wê pulên posteyê di sala 1989'an de hatine çapkirin û navê wê li zanîngeheke li Berlînê hatiye kirin. 
 
 2011: Lîstikvana Ingilîz Elîsabeth Clara Heathe- Sladen, bi filmê bi navê Doctor Who hat naskirin. Elîsabeth a ku ji zarokatiya xwe de bi bale û şanoyê mijûl bûye rêvebertiya dikê jî kiriye. Elîsabeth, di 2010'an de îro ji ber nexeşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest daye.