29'ê Adara 2019'an: Derhênera femînist Agnês Varda jiyana xwe ji dest da

  • 13:30 29 Adar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Derhêner Agnês Varda di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Li Ewropê derhênereke navdar bû. Heta 30 fîm û belgefîlm kişand. Bi nêzikatiya xwe ya femînist û parazvaniya mafên jinan dihat nasîn.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne: 
 
1912: Pîlota almanî Melitta von Stauffenberg, 109 sal beriya niha hat dinê. Di şerê 2'yem a Cîhanê de balafirên şer ên Almanan ceriband. Di nava pîlotên cîhanê de di rêza 25'an de cih digire. 
 
1929: Nivîskara femînist Shelia Helena Elizabeth Kitzinger, îro hat dinê û nêzî 20 pirtûkên wê hene. Shelia, li cîhanê navdar e. Ji bo Sheliayê jin dikarin li malê zarokên xwe bînin dinê. Li hemberî nêrînên radîkal ên femînist her tim nakokiyên wê hebûn. 
 
1944: Femînist, sosyalîst, akademîsyen û aktîvîst Lynne Segal îro li Awusturayê hat dinê. Ji zanîngeha Sydneyê di sala 1969’an de belgenameya doktorî ya psîkolojiyê girt. Di sala 1970’an de jî koçberê Londonê bû. Rojnameya Islington Gutter Pressê avakir û di rêveberiya rojnameyê de cih girt. Her tim li dijî polîtîkayên nîjadperestiyê derket.