26'ê Hezîrana 2015'an: Jinan ji bo Zeyneb Celaliyan çalakî li dar xistin

  • 09:50 26 Hezîran 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên Kurdistanî yên li bajarê Muniha Elmanyayê dijîn ji bo girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan a li Îranê çalakî li dar xistin. Jinan Konsolosa Îranê şermezar kirin û li Parienplatzê maseya agahdarkirinê ava kirin. Jinan hem îmze kom kirin hem jî belavok belav kirin. Her wiha jinan çelenga reş danîn ber Konsolosa Îranê û îmze radestî rayedaran kirin. Jinan di çalakiyê de dirûşmên "Em hemû Zeyneb Celaliyan e","Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
2014: Bi kampanyaya Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) a bi dirûşma "Jin ji bo Rêber û Azadiya xwe di nava Çalakiyê de ne" hat destpêkirin li Parqa Mûsa Anter a Rêya Armûşê ya Wanê bi hezaran jin hatin gel hevdu û mîtîng li dar xistin. 
 
2014: Heyeta HDP'ê li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan têkildarî "zagona çareseriyê" ya sewqî meclîsê hat kirin diyar kir ku hatina meclîsê ya zagonê geşedaneke dîrokî ye. 
 
2015: Li dijî êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê bi pêşengiya DBP'ê meş li Amedê hat lidarxistin.
 
2015: Têkildarî astengkirina heyeta HDP'ê ya çûyina ji bo Îmraliyê li Buroya HDK'ê ya Stenbolê civîn hat lidarxistin. 
 
2015: Piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê YPG/YPJ û hezên asayişê li kuçeyên Mektel, Kaniya Kurdan û Şehid Moro dest bi operasyona li dijî çeteyan kirin. Piştî operasyonê 80 sîvîlên di destên çeteyan de hatin rizgarkirin. 
 
2015: Jinên Kurdistanî yên li bajarê Muniha Elmanyayê dijîn ji bo girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan a li Îranê çalakî li dar xistin. Jinan Konsolosa Îranê şermezar kirin û li Parienplatzê maseya agahdarkirinê ava kirin. Jinan hem îmze kom kirin hem jî belavok belav kirin. Her wiha jinan çelenga reş danîn ber Konsolosa Îranê û îmze radestî rayedaran kirin. Jinan di çalakiyê de dirûşmên "Em hemû Zeyneb Celaliyan e","Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
2017: Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaruglu di 15'ê Hezîrana 2017'an de ji Enqereyê heta Stenbolê dest bi "Meşa Edaletê" kir. Di roja 12'emîn a meşê de Dayikên Aştiyê yên Stenbolê jî beşdar bûn. 
 
2020:Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êrişî gundê Helincê yê Kobanê kir û 3 jin hatin qetilkirin. Bi hezaran şêniyên Kobanê meşiyan ber binyada leşkerî ya Rûsyayê û bi dirûşm û tililiyan bertekên xwe nîşan dan.