22'yê Hezîrana 2014: Abudllah Ocalan ji kongreya HDP'ê re peyam şand

  • 13:13 22 Hezîran 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi tevlibûna bi hezaran li Enqerê li Eywana Sporê ya Ahmet Taner Kişlali di 22'yê Hezîrana 2014'an de 2'emîn Kongreya xwe pêk anî. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji kongereyê re peyameke şand. Peyam, ji aliyê Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan ve hat parvekirin. Guhdarvanan bi çepikan bersîv dan peyamê û li ser nigan li çepikan dan.
 
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro qewimîne wiha ne:
 
2013: Li dijî serbestberdana leşkerên ku li Çewlikê tecawizî zarokekî kriin û serbest hatin berdan, Meclisa Jinan a Platforma KESKÊ'ê ya Şaxan a  Amedê ji Kolana Hunerê heta ber AZC plazaya Ofîsê meşiya  û dawaza edaletê kirin. 
 
2014: HDP'ê bi tevlibûna bi hezaran li Eywana Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya li Enqerê 2'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. Di hilbijartina ku hat kirin Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin hilbijartin. 
 
2016: Parlamenterên Parlamentoya Swîsereyê Claude Bêglê, Laurence Fehlmann Rîelle, Claudîa Frîedî, Sîbel Arslan û delegeya UNIA Hansuelî Scheîdegger û Endama Meclisa Şaredariya Baselê  Mustafa Atici ji bo bûyerên li bajarên gunda diqewimin lêkolîn bikin û agahiyan bigirin, di çarçoveya hevdîtina bi rêxisitnên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de serdana Kongreya Jinên Azad (KJA) kIRIN. 
 
2020: Meclisa JInan a HDP'ê di çarçoveya Kampanya, "Têkoşîna jinê li her derê ye" li li Parka Ethem Sarisuluk a Enqereyê Kursiya Mor ava kir.