29'ê Gulana 1830: Louise Michel a got 'ez aîdî şoreşa civakî me' hat dinê

  • 10:20 29 Gulan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Louise Michel a dema dihat darizandin bi gotina "Bi hemû hebûna xwe ez aîdî şoreşa civakî me û ez berpirsiyariya hemû tevgerên xwe qebûl dikim" xwe parast di 29'ê Gulana 1830'î de li keleha Vroncourtê ya Firansayê ji dayik bû. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
2013: Lîstika bi navê "Xewna Azadiyê" ya ji aliyê lîstikvanên Teatra Mitani yên girêdayî Şaredariya Nisêbînê bi organizasyona Şaxa Egitim Sena Nisêbînê û Şaredariya Nisêbînê hat amadekirin li Eywana Saryayê hat lîstin. Di lîstikê de sekna bi îradeya jinê ya li dijî mêr a bi feyzgirtina ji Gulnaz Karataş  (Bêritan) PKK'yî derket pêş. 
 
2014: Xebatên Jinê yên Radyo Televizyonê ya Navnetweyî (IAWRT) konferansa herêmî li Stenbolê çêkir. 
 
2015: Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), bi dirûşma "Em civaka azad jina azad biafirînin" li Otela Mem û Zînê ya Silêmanî 3'yemîn kongreya xwe li dar xist. 
 
2015: Bi pêşengiya KJA'yê li Nisêbîna Mêrdînê Akademiya Jinê ya Sakîne Cansiz hat vekirin. 
 
2016: Li dijî polîtikayên şer jinan reda xwe ya wicdanî eşkere kirin.