25'ê Gulana 2018'an: Rojnameya Yenî Yaşam dest bi weşanê kir

  • 10:39 25 Gulan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rojnameya Yenî Yaşam 3 sal beriya niha dest bi weşanê kir. Bi xeta xwe ya weşanê bû dengê civakê. Her wiha di 21'ê nîsanê de jî bi formetek nû pêveka xwe ya "Yenî Yaşam Kadin" derxist. 
 
1842: Helen Blackburn ji bo bikaranîna deng dayîna jinan her tim di nava têkoşînê de bû. Helen îro 179 salî ye. 
 
1925: Nivîskar û helbestvana Meksîkayî Rosario Castellanos Figueroa îro hat dinê. Rosario her tim derbarê zayenda civakî û çandê nivîs nivîsand. Ji teoriya femînist a Meksîkayê û xebatên çandê bi bandor bû. Di temenê xwe yê ciwantiyê de jiyana xwe ji dest da. Li Meksîkayê ji bo jinan deriyê wêjeyê vekir. 
 
1938: Nivîskar Margaret Forster, bi romana “Georgy Girl” tê nasîn û îro hat dinê. Di nava berhemên wê de “Di rêzê de niha rojnivîsa jineke heye". 
 
1941: Psîkologa Elman Uta Frith hat dinê. Uta bi xebatên xwe yên derbarê balkişandina otîzmê tê nasîn. 
 
2019: Rojnameya Welat a ku bi zimanê kurdî weşanê dike çapa wê hat astengkirin. Piştî astengiyê bi rêya dijîtal xwe gihand xwendevanan. Du sal beriya niha www.e-rojname.com dest bi weşanê kir.