22’yê Gulana 2016: Li dijî TBMM’ê ji bo mafên desteserkirî meş

  • 10:53 22 Gulan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Bi pêşengiya Koma Pêşigirtinê ya Lezgin a li dijî Cînayeta Jinan, bi dirûşma “Komîsyona Hevberdanê ya TBMM’ê mafê me desteser dike” meş pêk hat.
 
Meşa li ber Operaya Sureyyayê hatibû destpêkirin bi hezaran jin tevlî bûbûn û li Qada Khalkedonê dawî bûbû. Di meşê de panqarta “Komîsyona Hevberdanê ya TBMM'ê mafê me desteser dike” û dowîzen “Malbata ku sîstem qal dike cîhê hêlîna tundiyê ye, de ka were dev jê bernede”, “Weqfa Ensarê ya ku gotibû ji carekê tiştek nabe bila bê girtin”, “Komîsyona TBMM'ê te xêr e” ji hêla jinan ve hat vekirin.
 
Jinan her wiha bi çepik û tilîliyên xwe dirûşmên “Em natirsin, em bê deng namînin û em îteat nakin”, “Kuştinên jinan polîtîk in”, “AKP destê xwe ji laşê min vekişîne”, “Ew rapor ji meclîsê derbas nabe” û “Jin jiyan azadî”, “Li her derê qetlîam, kujer di nav me de ne” qîriyan.
 
Di dîrokê de hin geşedanên qewimînê wiha ne:
 
1962: Yekîtiya Jinên Tirk kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de Gunselî Ozkaya wek serok hat hilbijartin.
 
2016:  Koma Çalakiyê ya Jinan a Îzmîrê bi minasebeta rapora Komîsyona Hevberdanê ya TBMM’ê ya di dema pêvajoya hevberdanê de mafê jinan desteser dikir û zarokên tecawiz li wan hatî kirin bi tecawizkarên wan re dide zewicandin, meş pêk anî. Di meşê de jinan rapor çirand.
 
2020: Polîsan bi ser Komeleya Rosayê ya Jinan a li Amedê de girtin.