11'ê Gulana 1992'yan: Hozan Mizgîn jiyana xwe ji dest da

  • 15:02 11 Gulan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) bi hûner û kesayetiya xwe ya şoreşger bandorê li têkoşînê kir. Mizgîn di sala 1962'yan de li gundê Bileydera Êlihê hat dinê. Mizgîn bi deng û hunera xwe li dijî zihniyeta serdest li ber xwe da. Mizgîn di 12'yê Îlona sala 1980'an de tevlî têkoşîna azadiyê bû. Bi tevlîbûna xwe di nava xebatan de aktîf cih girt. 
 
1894: Reqsvana Amerîkî Martha Graham îro hat dinê. 70 sal zêdetir mamostetî kir û reqisî. Li derveyî welat jî tevlî bernameyan bû. 
 
1944: Helbestvan, wênesaz û dizaynkar Florine Stettheimer, di 19'ê tîrmeha sala 1871'an de New Yorkê hat dinê. Ji malbata Cihûyan e. Zarokatiya wê li New York û Ewropayê derbas bû. 77 sal beriya niha ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Pirtûka wê ya helbestê di sala 1949'an de hat weşandin.