1'ê Gulana 1977'an: Li Taksîmê 41 kes hatin qetilkirin

  • 09:07 1 Gulan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Di 1'ê Gulana 1977'an de li Taksîma Stenbolê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê hat pêşwazîkirin û li hemberî girseyî êrişek pêk hat û di nava de 9 jin heyî bi tevahî 41 kes hatin qetilkirin. 
 
1977: Di êrişên ku li Qada Taksîmê pêk hatî de li gorî hîn çavkaniyan 34 kes hatin qetilkirin û 136 kes jî hatin birîndarkirin. Piştî çend sal şûnde Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) xebatek kir û di encama xebatê de diyar kir ku 41 kes hatine qetilkirin. Bûyer di dîrokê de cih girt. 
 
1979: Li Stenbolê çalakiyên 1'ê Gulanê hatin qedexekirin û derketina li kolanan jî hatin qedexekirin. Seroka Giştî ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Behîce Boran û 100 kes hatin binçavkirin. Behice Boran û 330 kesên endamên TÎP’ê di 6'ê gulanê de hatin girtin. Komek endamên DÎSK'ê jî li Îzmîrê bi "destûrî" 1'ê Gulanê peşwazî kirin.
 
1988: Kovara Kaktus a sosyalîst û femînist dest bi weşanê kir. Kovar heta îlona 1990'an 12 hejmar derxist. 
 
2010: Piştî 32 sal şûnde cara yekem li Taksîmê 1'ê Gulanê hat pêşwazîkirin. 
 
1910: Behîce Boran li Bursayê hat dinê. Behîce, heta dawiya emrê xwe di nav şoreşê de ma û ji ber fikr û ramanên xwe gelek caran bi zext û zordariyê re rûbirû ma. Ji ber belavoka Şerê Koreyê 15 sal ceza girt. Di sala 1953'yan de ji ber doza TKP'ê 3 meh hat girtin. Piştî darbeya 27'ê Gulana 1962'yan Partiya Karkerên Tirkiyeyê hat avakirin û bû endama partiyê. Di hilbijartina giştî ya sala 1965'an de bû parlamentera Rihayê û her wiha di Parlamentoya Ewroyê de temsîliyeta Tirkiyeyê kir. Behîce di kongreya 4'emîn de bû seroka TÎP'ê. Di 12'yê adara 1971’an de partî hat girtin û 25 sal ceza dan wê. Di sala 1974'an de serbest hat berdan û carek din TÎP'ê avakir. Di darbeya 12'yê Îlona 1980'an de hemû partî hatin girtin. Demek li malê di binçavan de ma. Piştî ku Behîce nexweş ket neçar ma ku berê xwe bide derveyî welat. Di sala 1981'an de ji welatîbûna Tirkiyeyê hat derxistin û Behîce li Belçîkayê bi cih bû. Di 10'ê cotmeha 1987’an de li Brûkselê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê anîn Tirkiyeyê. Merasîma cenazeyê li Meclîsê pêk hat û piştre jî Behîce li Goristan Zîncîrlîkuyu ya Setenbolê hat definkirin.