26'ê Nîsana 1986'an: Teqîna Çernobîlê pêk hat

  • 10:58 26 Nîsan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Di Santrala Nukleer a Çernobîl a li Ukraynayê de têqînek pêk hat. Têqîn di 26'ê Nîsana 1986’an da pê hat. Li gorî Pîvana Nukleer a Navneteweyî têqîna herî mezin pêk hatiye. Heta niha nayê zanîn ku çend kes di teqinê de jiyana xwe ji dest dane. Di encama teqînê de 600 hezar kes ji ber radyasyonê bi nexweşiya penceşêrê ketin. Lê hikûmeta tenê dane 31 kes da. Her wiha welatên derdorê jî ji teqînê bi bandor bûn. 
 
1995: Elîf Arslan û Ozlem Bozkurt li Tirkiyeyê bûn qeymeqamên yekem ên jin. 
 
2005: Serokwezîra Komara Afrîkaya Navîn Elisabeth Domîtîen jiyana xwe ji dest da. Cara yekem jinek li welat bû serokwezirt. Ji 2'yê çileya 1975'an heta 4'ê nîsana 1976'an peywîra xwe domand. 
 
2016: Jinên Cibutîlî li dijî bêcezahiştina tecawizkar, êrîşkar û îşkencekarên li Cibutiya Efrîkayê li Ewropayê dest bi greva birçîbûnê kirin. 10 jinên Cibutîlî li Mala Gel a Belçîkayê dest bi greva birçîbûnê kirin. 
 
2018: Polîsên ku bûn sedema mirina Enes Ata û Mahsum Mizrak, ji hêla 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi hinceta ku delîl kêm in biryara bereatê hat dayîn.