21'ê Nîsana 1816'an: Nivîskar Charlotte Bronte ji dayik bû

  • 09:59 21 Nîsan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Nivîskara Îngilizî Charlotte Bronte di 1816'an de îro ji dayik bû. 
 
Romana wê ya yekemdi 1847'an de hat weşandin û li ser serdema Victoriayê ya jinên nivîskar dihatin paşguhkirin romana “Currer Bell” weşand. Charlotte du romanên din jî nivîsand. Charlotte 1855'an de dema 9 mehî ducanî bû jiyana xwe ji dest da. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1939:Nivîskar û parêzvana mafên mirovan Helen Prejean 82 sal berê îro ji dayik bû. Helenê li dijî îdamê bû û li dijî vêya têkoşiya. Di salên 1993-1995'an de beşdarî nava komên alîkariya malbatan dikir, bû. Serokatiya komisyona ji bo rakirina cezayê mirinê kir û di 1993'yan de pirtûka xwe ya “Dead Man Walking” nivîsand. 
 
2003:Stranbêj, nivîskara gotinên stranan, piyanîst, parêzvana mafên mirovan Nina Simone ya Emerîqayî jiyana xwe ji dest da. Ninayê li aliyê Martin Luther King têkoşîna reşikan dikir. 
 
2008: Jinên Gebzeyî û Stenbolî ji bo hunermend û aktivîst Pippa Bacca ya Îtayanî çalakî kirin. Pippa tevî hevala xwe ya hunermend Silvia Moro ji bo rêwitiya aştiyê derketibû ser rê. Ji Milanoyê dest pê kir û plan dikir ku li Tel-Avivê rêwîtiya xwe bi dawî bike. Lê belê Gundê Tavşanliyê yê Gebzeya Kocaleliyê mêrekî tecawizî wê kir û ew kuşt.