21'ê Nîsana 1816'an: Nivîskar Charlotte Bronte ji dayik bû 2021-04-21 09:59:56   Nivîskara Îngilizî Charlotte Bronte di 1816'an de îro ji dayik bû.    Romana wê ya yekemdi 1847'an de hat weşandin û li ser serdema Victoriayê ya jinên nivîskar dihatin paşguhkirin romana “Currer Bell” weşand. Charlotte du romanên din jî nivîsand. Charlotte 1855'an de dema 9 mehî ducanî bû jiyana xwe ji dest da.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1939:Nivîskar û parêzvana mafên mirovan Helen Prejean 82 sal berê îro ji dayik bû. Helenê li dijî îdamê bû û li dijî vêya têkoşiya. Di salên 1993-1995'an de beşdarî nava komên alîkariya malbatan dikir, bû. Serokatiya komisyona ji bo rakirina cezayê mirinê kir û di 1993'yan de pirtûka xwe ya “Dead Man Walking” nivîsand.    2003:Stranbêj, nivîskara gotinên stranan, piyanîst, parêzvana mafên mirovan Nina Simone ya Emerîqayî jiyana xwe ji dest da. Ninayê li aliyê Martin Luther King têkoşîna reşikan dikir.    2008: Jinên Gebzeyî û Stenbolî ji bo hunermend û aktivîst Pippa Bacca ya Îtayanî çalakî kirin. Pippa tevî hevala xwe ya hunermend Silvia Moro ji bo rêwitiya aştiyê derketibû ser rê. Ji Milanoyê dest pê kir û plan dikir ku li Tel-Avivê rêwîtiya xwe bi dawî bike. Lê belê Gundê Tavşanliyê yê Gebzeya Kocaleliyê mêrekî tecawizî wê kir û ew kuşt.