13'ê Nîsana 1919'an: Afife Jale derket ser dikê

  • 11:31 13 Nîsan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Afife Jale ya ji şanoyê hez dikir di 13'ê Nîsana 1919'an de li şanoya Apollonê derket ser dikê. 
 
1869: Vida Jane Goldstein a Awistiyayî ya ji bo mafê dengdayina jinan li berxwe da hat dinê. Dayika wê bi Kampanyaya Mafê Deng têkoşînek da û wê jî piştgirî da vê yekê. Ji bo wekheviyê têkoşîneke mezin da. 
 
1919: Afife Jale ya ji şanoyê hez dikir di 13'ê Nîsana 1919'an de li şanoya Apollonê derket ser dikê. 
 
2016: Yekîtiya Jinên Sosyalîst serîhildana jinên kurd silav kirin û banga piştgiriya jibo Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira da. Ji bo piştigiriya malbatên di dema serhildana rêveberiya xweser de malên wan hatin hilweşandin li gelek welatan piştgirî hat dayin. 
 
2017: Li gelek bajaran jinan gotin na û derketin qadan. Jinan li dijî sîstema serokatiyê berî referandûma 16'ê Nîsanê bi gotinên na derketin kuçeyan. 
 
2017: Jina reşik a misilman a yekem li ABD'ê çû ser dadgeha bilind  Sheila Abdus Salaam,  li Çemê Hudsonê mirî hat dîtin. 
 
2018: Samina Sindhu ya li Pakîstanê hunermenda gel bû û hat hînbûn ducanî ye li ser dikê hat qetilkirin.