13'ê Nîsana 1919'an: Afife Jale derket ser dikê 2021-04-13 11:31:27     Afife Jale ya ji şanoyê hez dikir di 13'ê Nîsana 1919'an de li şanoya Apollonê derket ser dikê.    1869: Vida Jane Goldstein a Awistiyayî ya ji bo mafê dengdayina jinan li berxwe da hat dinê. Dayika wê bi Kampanyaya Mafê Deng têkoşînek da û wê jî piştgirî da vê yekê. Ji bo wekheviyê têkoşîneke mezin da.    1919: Afife Jale ya ji şanoyê hez dikir di 13'ê Nîsana 1919'an de li şanoya Apollonê derket ser dikê.    2016: Yekîtiya Jinên Sosyalîst serîhildana jinên kurd silav kirin û banga piştgiriya jibo Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira da. Ji bo piştigiriya malbatên di dema serhildana rêveberiya xweser de malên wan hatin hilweşandin li gelek welatan piştgirî hat dayin.    2017: Li gelek bajaran jinan gotin na û derketin qadan. Jinan li dijî sîstema serokatiyê berî referandûma 16'ê Nîsanê bi gotinên na derketin kuçeyan.    2017: Jina reşik a misilman a yekem li ABD'ê çû ser dadgeha bilind  Sheila Abdus Salaam,  li Çemê Hudsonê mirî hat dîtin.    2018: Samina Sindhu ya li Pakîstanê hunermenda gel bû û hat hînbûn ducanî ye li ser dikê hat qetilkirin.