30'yê Çileya 1923'an: Nivîskara femînist Marianne Ferber hat dinê

  • 09:54 30 Çile 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nivîskara femînîst Marianne Ferber, 98 sala beriya niha îro hat dinê. Marianne li ser mijarên wekî malbat û zayenda civakî gelek nivîs û pirtûk nivîsand,. 
 
1923: Aborînasa femînist Marianne Ferber di 30'yê çilê de li Çekoslovakyayê hat dinê. Marianne li ser mijarên wekî keda jinê, malbat û zayenda civakî gelek nivîs û pirtûk nivîsand. Piştî dagirkeriya Naziyan a sala 1938'an neçar ma ku welatê xwe terk bike. Marianne bi malbata xwe re berê xwe da Kanadayê. 
 
1912: Nivîskar û dîroknasa Amerîkî Barbara Wertheim Tuchman, îro hat dinê. Barbara xwedî li Xelata Pulitzerê ye û pirtûkên wekî "Şerê cîhanê" û “Stilwell û Çîn" nivîsand. Barbara bi taybetî li ser dîroka rojevî nivîs nivîsand. 
 
1920: Henriette Goldschmidt îro jiyana xwe ji dest dide. Henriette 5 salîbû dayika wê jiyana xwe ji dest da, dema dibe 14 salî û dibistana navîn diqedîne bavê wê êdî desturê nade ku ew bixwîne. Henriette ji bo zarokên keç bixwînin û ji xwe bawerbin di sala 1871’an de Komeleya Gel û Malbatê ya Perwerdê vedike. Henriette di 30’yê çileyê sala 1920’an li Leipzigê jiyana xwe ji dest dide .