25'ê Çileya 2019'an: Leyla Guven serbest hat berdan

  • 09:21 25 Çile 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di greva birçîbûnê de bû, di roja 79'emîn de Leyla Guven serbest hat berdan. 
 
1882: Virginia Woolf, li Londonê hat dinê. Virginia Wolf ji malbatekê xizan de mezin bû û bi êrîşa zayendî ya zirbira ve rûbirû ma. Ev zarokatiya ku wisa zehmet, dê di pêşerojê de ji bo wê biba sedemên xwekuştinê. Di 1895’an de hêj 13 salî bû di rojnameyekî de kurteçîrokên wê hatin weşandin. Li dijî şert û mercên jiyanê ya dema qralîce Victoriaya yê derket. Kurteçîrokên wê yên dema zarokatiyê rêxneyên li hemberî pergalê bû. 
 
1890: Rojnameger Nellie Bly//NELÎÎ BLAY, îdia kir ku dê 80'î rojî de hemû deverên cihanê bigere. Rojnamegar di 72 roj, 6 saet, 11 deqîqe û 14 saniyan de hemû deverên cîhanê geriya. 
 
1893: Rojnameger û nivîskara femînist a fransî Louise Weiss hat dinê. Louise di sala 1934'an de Komeleya Jinan a bi navê La femmenouvelle vekir. Ji bo bikaranîna deng a jinan li Fransayê pêşengtiya kampanyayan kir. Di sala 1935'an de li Fransayê ji bo jin deng bikarbîne doz vekir. di sala 1983’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1955: Li Hondurasê jinan mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xist. 
 
2016: Hewldana Jina a Ji Bo Aştiyê bi dirûşma "Ji bo aştiyê hezar jin" li Kadikoy û Beîktaşa Stenbolê stant vekirin û îmze kom kirin. 
 
2016: Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê li dijî kuştina jinan a herêmê 5 rojan çalakiya nobedê dan destpêkirin. 
 
2019: Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag bi rêya telefonê tevlî Lijneya Giştî ya 9'emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bû. Derbarê tevlîbûna Fîgenê de lêpirsin hat vekirin.
 
2019:  Ji hêla meclîsa eyaleta Berlîna Elmanyayê ve roja 8'ê Adarê betlaneya fermî hat îlankirin. 
 
2019: Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di greva birçîbûnê de bû. Di roja 79'emîn de Leyla Guven serbest hat berdan. Leyla Guven çalakiya xwe ya birçîbûnê li mala xwe berdewam kiribû.