19'ê Çileya 2012: Dayikên Aştiyê dest bi greva birçîbûnê kirin

  • 11:02 19 Çile 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Dayikên Aştiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê ji bo sê rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Piştî destpêkirina greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdê hat destpêkirin birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê çû Îmraliyê, lê Abdullah Ocalan got, "pêvajoya hesas e" û derneketibû hevdîtinê. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1919: Bi derketina qanûna Elman - Weîmar re jinan bi awayê wekhev mafê perwerdebûnê, xebatê bi dest xistin û bûn xwedî muçeyekî wekhev. 
 
1926: Pîlota Îtalî ya yekemîn a Formula 1'ê Marîa Tersa de Fîlîppîs ji dayik bû.
 
1940: Serokwezîra yekem a jin A Gravên Foroe û berdevaka parlamentoyê ya yekemîn, siyasetmedara sosyalîst Marîta Petersen ji dayik bû. Gravên Faroe di orta Norveç û Îzlandayê de cih digirin.  Dewleteke xweser ku beşeke Qraliyeta Danîmarkayê ye, lê di warê parastina leşkerî, polîs, edalet, per û têkiliyên derve de girêdayî Danîmarkayê ye.
 
 Faroe Adaları'nın ilk ve bugüne kadarki tek kadın başbakanı ve Parlamento’nun ilk kadın sözcüsü, sosyalist siyasetçi Marita Petersen doğdu.Faroe Adaları, Norveç ve İzlanda’nın tam ortasında yer alan bir takım adalar birliğidir. Danimarka Krallığının parçası özerk bir devlettir ve askeri savunma, polis, adalet, para birimi ve dış ilişkilerde Danimarka’ya bağımlıdır.
 
1966: Îndra Gandhî bû 1'emîn Serokwezra jin a Hindistanê.
 
1979: Antropologa Feminîst Margaret Mead xelata 'Serokatî û Azadiyê' girt. Margaret di 1901'ê de hat dinê û di 1978'an de jiyana xwe ji dest da.
 
2009: Cara yekê ji bo Rojnameya Gunluk pergala hevgerînendetiya weşanê hat destpêkirin.
 
2012: Dayikên Aştiyê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe li Amedê ji bo sê rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Piştî destpêkirina greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdê hat destpêkirin birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê çû Îmraliyê, lê Abdullah Ocalan got, "pêvajoya hesas e" û derneketibû hevdîtinê.