15'ê Çileya 1919'an: Rosa Luxemburg hat girtin

  • 09:53 15 Çile 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Yek ji pêşenga tevgera sosyalîst a cîhanê Rosa Luxemburg di 15'ê çileya 1919'an de hat girtin. Bi îşkenceyeke dijwar re rûbirû ma û cenazeyê wê avêtin qenela avê. 
 
1919: Pêşenga tevgera sosyalîst a cîhanê Rosa Luxemburg di 15'ê çileya 1919'an de hat girtin. Bi îşkenceyeke dijwar re rûbirû ma û cenazeyê wê avêtin qenela avê. 
 
1968: 5 hezar jinên ku xwe wekî Tugaya Jeannette Rankin binav dikirin, li Amerîkayê li dijî dagirkirina Vietnamê çalakiya protestoyê li dar xistin. Femîst Jeannette Rankin a 87 salî pêşiya girseyê dimeşiya. Di meşê de cara yekem dirûşma "Xwişkbûn bi hêz e" hat berzkirin. Piştre ev dirûşm belavî cîhanê bû. Cara yekem jinek bû endama Kongreya Amerîkayê û ev jî Jeannette bû. Jeannette ji bo mafê dengdayînê û li dijî şer her tim di nava têkoşînê de bû. Di Şerê Cîhanê ya 2'yem de li dijî êrişa Amerîkayê ya li hemberî Japonyayê derket û cara yekem parlamenterek li dijî şer deng da. 
 
2006: Michelle Bachelet bû serokdewletê Şîliyê. Ji sedî 53,5 deng girt. Her wiha li Amerîkaya Başûr jî jina 6'emîn bû ku bû seroka dewletê. 
 
2009: Li Elbaka Wanê zaroka 16 salî Naîle Erdaş di encama tecawizê de ducanî ma û derbarê wê de malbat biryara kuştina wê da. Derbarê kuştina wê de 5 endamên malbatê cezayê muebbetê girtin. Rêxistinên jinan bûn şopdarên dozê. 
 
2010: Dengbêj Fatma Îsa li herêma Krasnadora Moskowayê di sirguniyê de jiyana xwe ji dest da. Fatma Îsa li Radyoya Êrîvanê bi stranên De Miho, Dinamin, Şerê Rêya Beşer, Gedê Mirzo û Derweşe Evdî tên nasîn. 
 
2011: Ji hêla Şaredariya Colemêrgê ve Navenda Piştevaniya Jinan a Binevşê hat vekirin. 
 
2012- Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dayikên Aştiyê yên Amedê çalakî li dar xistin û her wiha çalakiya Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk li her derê Kurdistanê belav bû.