14'ê Çileya 2019'an: Jin TV'yê dest bi bultena nûçeyan kir

  • 10:48 14 Çile 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Televizyona Jin TV'yê ya bi "Rûyê Jinê Dengê Jinê" weşana xwe dike û bi bernameyên cuda, bi zimanên cuda bernameyên xwe pêşkeş dike dest bi weşana nûçeyan kir. 
 
Jin TV'ya ku ji mudurên nûçeyan bigire, heta moderatorên bernameyê, ji rejisorê wê bigire heta teknisyenê kamerayê ku xebatkarên wê hemû jin in bi zimanên Erebî, Kurmancî, Tirkî di hefteyê de pênc rojan dest bi weşana bultena nûçeyan kir. 
 
Hinek bûyerên girîng ên îro rû dane wiha ne:
 
1858:Reformvana Civakî û Avakara Kluba Jinên Yahûdî ya ku yekemîn yekîtiya neteweyî ya jinên Yahûdî ye, Hannah Greenebaum Solomon ji dayik bû. Ev klûb ji bo jinên Yahûdî yên li Emerîkayê dijiyan bû rêxistineke girîng. Hannah, bû jina yekem a li sinagogan diaxive. 
 
1997: Ajansa nûçeyan Agence France-Presse (AFP) ya Firansayê ya herî mezin rapora wekheviyê ya siyasî ya deng veda ya feminist-parêzer Gisèle Halimi weşand. Gisèle Halimi ya endama Mala Çavdêriyê ya ji bo Wekheviyê bû xwest ku makezagon bi awayê ku tê de kota pêk were bê guhertin. 
 
1997:26 mamosteyên têkoşîna sendîkal didan li Mûşê ji aliyê polîsan ve li sendîkayan hatin binçavkirin. Jinên ku hatin binçavkirin lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin. 
 
2010:Çalakvanên Femenê ji bo serokatiyeke bi edalet a li Ukraynayê banga hilbijartinê kir. Çalakî li ber avahiya Komisyona Hilbijartinê ya Kievê pêk hat. 
 
2019:Televizyona Jin TV'yê ya bi "Rûyê Jinê Dengê Jinê" weşana xwe dike û bi bernameyên cuda, bi zimanên cuda bernameyên xwe pêşkeş dike dest bi weşana nûçeyan kir. 
 
Jin TV'ya ku ji mudurên nûçeyan bigire, heta moderatorên bernameyê, ji rejisorê wê bigire heta teknisyenê kamerayê ku xebatkarên wê hemû jin in bi zimanên Erebî, Kurmancî, Tirkî di hefteyê de pênc rojan dest bi weşana bultena nûçeyan kir.