13'ê Çileya 1993: Li dijî tecawizê Feminîstan kampanya dan destpêkirin

  • 13:23 13 Çile 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên Feminîst li Stenbolê, diyar kirin tecawizkirina hêzên Sirbistanê li Bosna - Hersekê ya li jinên Misliman ne tesadufe ev tecawiz parçeyekî şer in û kampanya dan destpêkirin. 
 
Koma ku navê "Koma feminist a li dijî tecawizê" li xwe kir belavokeke û rojnameyeke dîwar amade kir. Herwiha komê di 8'ê Adara 1993'yan de li dijî tecawiza hat kirin stan vekir, li aliyekî belavok belav kirin û li aliyekî jî di çarçoveya kampanya îmzeyê ku dabû destpêkirin de îmze kom kirin. 
 
Hinbûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2018: Li Federasyona Bakurê Suriyeyê li Herêma Cizîrê li bajarê Dêrikê 1'emîn Konferansa Jineolojiyê ya bi dirûşma "Jineolojî Rastiya Civakê bi Xwezaya Jinê Ronî Dike" li dar xist. 
 
2018: Kuzey Suriye Federasyonu'nda Cizir bölgesine bağlı Derîk kentinde "Jineoloji Toplum Gerçeğini Kadın Doğasıyla Aydınlatıyor" şiarıyla g 1'inci Jineoloji Konferansı gerçekleştirildi.
 
2019: Komeleya Piştevaniya Jinê ya Bornovaya Îzmîrê hat vekirin.