10'ê Kanûna 1976'an: Ulkucuyan Aynur Sertbudak qetil kirin

  • 09:21 10 Kanûn 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Xwendekara Fakulteya Zîraatê ya Zanîngeha Enqereyê Aynur Sertbudak 44 sal berê, îro ji aliyê ulkucuyan ve hat qetilkirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1833: Ji avakarên Komeleya Mafên Mulkuyeta Jinên Zewicî ya di 1873'yan de hat avakirin, Anna Lovisa Eleonora ya ji Siwêdê ji dayik bû. 
 
1869: Li Eyaleta Wyoming a ABD'ê jinên spî mafên xwe yên bikaranîna deng bi dest xistin. Wyoming bû eyaleta yekem a mafê bikaranîna deng a jinê da wê. 
 
1932: Jinan li Taylandê mafê xwe yê bikaranîna deng û hilbijartinê bi dest xistin. 
 
1938:Nivîskara Emerikayî Pearl S. Buck, bi romana xwe ya bi navê “The Good Earth” (Cîhana Baş) Xelata Edebiyatê ya Nobelê girt. Pearl S. Buck, ji ber heman berhema xwe di heman demê de di 1932'yan de Xelata Pulitzerê jî girtibû. 
 
1976: Xwendekara Fakulteya Zîraatê ya Zanîngeha Enqereyê Aynur Sertbudak 44 sal berê, îro ji aliyê ulkucuyan ve hat qetilkirin. Ulkucuyan gule li wesayeta xwendekarên şoreşger barandin. 2 endamên Ulku Ocaklari hatin girtin. Hemû fakulte û dibistanên bilind ên girêdayî zanîngehê ket betlaneya bêdem. 
 
2003: Aktivîsta Mafên Mirovan û Nivîskara Îranî  Shirin Ebadi, Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Shirin Ebadi, di cîhana îslamê û Îranê bû jina yekem a Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Shirinê li ser mafên jin û zarokan û penaberan xebat kirin. Di 23 saliya xwe de bû yekem jina li welatê xwe bû parêzer. Her wiha bû dadmenda yekem a yekem a welatê xwe. Ji aliyê Rejîma Humeynî ji kar hat girtin. Bi hinceta rexeneyên li rejîmê kiriye di 2000'î de ket girtîgehê. 
 
2016: Xwediya îmtiyazê ya JINHA'ya hat girtin Kader Guzuoglu û xwediyê îmtiyaza JINHA'yê ya berê Aycan Çakir bi biserdegitina mala wan a polîsan a serê sibehê hatin binçavkirin. Ajansa Jinê ya Jinê ya li ser jinan nûçeyan çêdike JINHA bi biryarnameya di hukmê qanûnê de hat gitin. 
 
2018: Meclîsa Jinê ya HDP'ê, TJA, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi armanca piştigiriya greva birçîbûnê ya parlamentera wê serdemê girtîbû, Leyla Guven li Amed, Êlih û Wanê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojî kirin.