18'ê Mijdara 2016'an: Hediye Ataman ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin

  • 12:04 18 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Li Kuçeya Çelebibagi ya Erdîşa Wanê di saetên şev de malek ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin û hat şewitandin. Hediye Ataman a di mal de bû hat qetilkirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1910:Sufrajetên ku ji bo mafê jinê yê bikaranîna deng têdikoşiyan li ber Kamaraya Avamê bi tundiya polîsan rû bi rû man û 199 jin jê hatin girtin. Di dema bûyerên wekî 'Îna Reş'derbasî dîrokê bû de jin ji aliyê polîsan ve li erdê hatin kaşkirin û lêdan xwarin. Dîmenên di raya giştî de cihê xwe girtin bûn sedema bertekên mezin. Têkoşîna sufrajetan a li Îngilistanê heta bidestxistina bikaranîna deng a jinan dewam kir. 
 
2015:Jinên Ereb û Suryan ên li Helebê dijiyan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan name şandin. Jinan gotin "Fikrên we yên felsefîk pêşiya azadiya me ya jinan vedike."
 
2015: Koordînasyona Stenbolê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) çalakiya xwe ya 4 rojî ya li dijî komkujiyên li bajarên kurdan dihatin kirin a bi dirûşma "Em li kolana ne em ê serî hildin û ji kujeran hesab bipirsin" li Avcilar dabûn destpêkirin, bi dawî kirin. 
 
2015: Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Farqînê 'heqaret' li leşkeran kiriye lêpirsîn da destpêkirin.  
 
2015: Xwepêşandana reqsê ya têkildarî jiyana hunermenda baleyê ya yekem a kurdan Leyla Bedirxan a ji aliyê Ekîba Reqsê ya Mezopotamyayê hatibû amadekirin li ser Dika Modayê ya Kadikoyê hat pêşandan. 
 
2016: Li Kuçeya Çelebibagi ya Erdîşa Wanê di 18'ê Mijdara 2018'an de leşkeran girtin ser mala Hediye Ataman. Di serdema biserdegitina malan de leşkeran agir bi malê xistin. Hediye hat şewitandin û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê hinek weşanên çapemeniyê gotin "Jina PKK'yî mirî hat teslîmgirtin û 3 polîs birîndar bûn". Lê rastî piştre hat hînbûn. Şahidan û cîranên Hediyeyê dan zanîn ku Hediye ne PKK'yî bû û hat qetilkirin. 
 
2018: Li Kobanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Gundê Elpelûrê semîner hat lidarxistin û piştre jinan ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe name ji CPT'yê re şandin.