14 Mijdar 1917: Ji bo mafê deng dayîna jinê çalakî hat lidarxistin

  • 11:55 14 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên endamên NWP'ê ji bo mafê deng bikaranînê di 14'ê Mijdara 1917’an de li ber Qesra Spî ya Amerîkayê çalakiyek li dar xistin û jin di çalakiyê de bi êrîşa polîsan re rûbirû ma. 
 
1917: Çalakiya jinên Amerîkî ya ku ji bo bikaranîna mafê dengdayînê ya li ber Qesra Spî piştî êrîşa dewletê hat bidawîkirin. Alice Paul, Lucy Burns û Mary Nolana 73 salî û endamên Partiya Jinên Neteweyî (NWP), xwestin dengê xwe bighînin raya giştî. Bi mehan li cihên cuda bi komî nobed girtin û çalakiya xwe pêk anîn. 
 
2015: Li taxa Sûr û Yasera Cizîra Şirnexê qedexeya derketina li kolanan hat îlankirin. 
 
2015: Li Wanê Komeleya Jinên Hunermend a Wanê hat vekirin. 
 
2015: Fatma Yîgît (17) li taxa Şehîd Harûn a Silopiya Şirnexê di encama bombeya cendermeyan jiyana xwe ji dest da. Fatma bi tevlîbûna gelek jinan li Goristana Yenîşehirê hat definkirin. 
 
2015: Di 3'yê cotmehê de li Farqîna Amedê qedexeya derketina kolanan hat rakirin û di dema qedexeyan de li navçeyê 7 kes jiyana xwe ji dest dan.