12'ê Mijdara 2016'an: Deriyê KJA'yê û gelek saziyên jinan hatin muhurkirin

  • 09:28 12 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Piştî hewildana derbeya 2016'an di çarçoveya Rewşa Awarte de tevî Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Jinê ya Cerenê di 12'ê Mijdara 2016'an de gelek saziyên jinan hatin girtin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1934:Li Tirkiyeyê cara yekem jinek bû seroka şaredariyê. Bi hilbijartina Meclîsa Şaredariya Bûrsayê Zehra Xanim bû cîgira serok. 
 
1998:Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de di pêvajoya komploya navneteweyî de piştî ji Sûriyeyê derket şûnde çû Rûsyayê û di 12'ê Midjarê de ji Rûsyayê derbasî Îtalyayê bû. 
 
2015:Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hafîze Îpek ji Girtîgeha Xarpêtê hat tehliyekirin. 
 
2016:Piştî hewildana derbeya 2016'an di çarçoveya Rewşa Awarte de tevî Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Jinê ya Cerenê di 12'ê Mijdara 2016'an de gelek saziyên jinan hatin girtin. Her wiha Komeleya SELIS'ê, Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) jî hatin girtin. 
 
2016:Kongreya Demokratîk a Gelan 7'emîn Kongreya Xwe ya Lijneyê bexşî Zehraa Epli ya li Girtîgeha Gebzeyê agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da, hat kirin. 
 
2019:Nûçegîhana me Melîke Aydin û Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr di encama biserdegirtina mala wan de hatin binçavkirin.