11'ê Mijdara 2017'an: TJK-E bi CPT'yê re hevdîtin kir

  • 10:50 11 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
TJK-E'yê, di 11'ê Mijdara 2017'an de bi daxwaza lêkolînkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li cihê xwe bi CPT'yê re hevdîtin kir. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2010: Kolektîfa Femînîst a Stenbolê (ÎFK), di çarçoveya kampanyaya "Em li dijî cinayetên jinan serî hildidin" civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de filîmê kampanyayê hat nîşandan û daxuyanî hat xwendin. 
 
2016: Ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve tevî  MEYA-DER'ê 370 komele bi KHK'ê hat girtin. 
 
2017: Bi daxwaza lêkolînkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Tevgera Jina Kurd a Ewropayê  (TJK-E) li bajarê Strasbourgê ya Firansayê dest bi çalakiya nobetê kir. Di roja 19'emîn a nobetê de TJK-E bi Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê  (CPT) re hevdîtin kir. 
 
2017: Pêşnûmeya zagonê ya "Rê li pêşiya zewaca zarokan vedike" û li Parlamentoya Iraqê hat pêşkeşkirin li Silêmanî bi civîna çapemeniyê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. 
 
2017: Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma "Ew ê azadî bi ser bikeve" mîtingh hat lidarxistin.