10 Mijdar 2018: Kebîre Dogan jiyana xwe ji dest da

  • 10:14 10 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Mazlûm Dogan di sala 1979'an de hat girtin û wî şandin Girtîgeha Amedê. Hêj 24 salî bû li dijî îşkenceya girtîgehê di sala 1982'yan de çalakiyek li dar xist. Dayika wî Kebîra Dogan di 10'ê mijdara 2018'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê (BÎKG), li dijî dorpêçkirina navçeya Farqîna Amedê bi rêya medyaya civakî li dijî şer helwesta xwe nîşandan. 
 
2016: Hunermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamyayê  ji bo piştgiriyê bidin Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) ya ku bi KHK'ê hatî girtin bernameyek organîzekirin û bi stranên xwe bûn dengê JINHA'yê. 
  
2018: Mazlûm Dogan di sala 1979'an de hat girtin û wî şandin Girtîgeha Amedê. Hêj 24 salî bû li dijî îşkenceya girtîgehê di sala 1982'yan de çalakiyek li dar xist. Dayika wî Kebîra Dogan di 10'ê mijdara 2018'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
2019: Ji hêla Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) vê di 3'yê mijdarê bi navê "Pênûs û dengê azad a jinên berxwedêr e" komxebatek hat amadekirin. Îro jî encamnameya komxebatê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de avakirina "Platforma Pênûsa Jinan a Mezopotamyayê" hat îlankirin.