7'ê Mijdara 2014: 6 salê bêyî Kader Ortakaya

  • 10:08 7 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Parêzvana mafê jinan Kader Ortakaya 6 sali berê îro li ser sînorên Kobanê-Pirsûs ji aliyê leşkeran ve hat qetikirin. 
 
Hinek bûyerên girîn ên ku di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1867: Kimyager Marie Curie, îro ji dayik bû. Di qada radyoaktiviteyê de lêkolînên girîng kir û di encama van lêkolînan de Xelata Nobelê girt. Mariyê di 1903'yan de Xelata Fîzîkê ya Nobelê û di 1911'an de Xelata Kîmyayê ya Nobelê girt. Marie yekem jine ku Xelata Nobelê girtiye. Di heman demê de yekem mirova zanistiyê ye ku ev xelat du caran girtiye. 
 
1878: Kîmyager û Fîzîknas, Lise Meitner li Viyanaya Avusturyayê îro ji dayik bû. Lise ya ku piştî Marie Curie 11 sali şûnde di heman rojê de ji dayik bû. Lîse ji xebatên Marîe bi bandor û fisyona nukleerê keşif kir û Xelata Kîmyayê ya Nobelê girt. 
 
2014: Di kêliya ku êrişên DAÎŞ'ê zêde bûbûn û bi 10 hezaran kes koçî sînorên Kobanê bûbûn Aktivîsta Mafên Jinan a ku li Zanîngeha Marmarayê lîsans dikir, Kader Ortakaya, li dijî hovîtiya ku dihat kirin bêdeng nema û li ser sînorên Kobanê di nava zîncîra mirovatiyê de cihê xwe girt. Kadera ku bi mehan ji zincîra mirovatiyê neqetiya ji aliyê leşkeran ve îro hat qetilkirin. 
 
2015:Li Paytexta Îspanyayê, Madritê bi banga 400 rêxistinên jinan bi hezaran kes li dijî tundiya li ser jinê meş li dar xistin.Gelek nûnerên sendîkayan, partiyên siyasî beşdarî meşa berî hilbijartinên 20'ê Kanûnê bûn. 
 
2016:Bi hezaran jinan li Fransayê ji bo ferqiya meaşên di navbera zayendan de şermezar bikin 4 sali berê îro saet di 16.34'an de dest ji kar berdan. Ji avakarên tevgera femînîst a bi navê Les Glorieuses, Rebecca Amsellem gotibû, "Jinên Firansayî ji bo heqdestê mêr qezenc dikin, bikin di salê de 38.2 rojî zêdetir dixebitin".