4 Mijdar 2016: Darbeya siyasî pêk hat

  • 11:34 4 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
4 sal beriya niha li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarên kurd "darbeyek siyasî" pêk hat. Di encama "darbeya siyasî" de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di nav de 9 siyasetmedar hatin girtin. 
 
2015: Di encama hilbijartina federal a 19'ê cotmehê ya li Kanadayê de cara yekem jinek Misilman bû wezîr. Meryem Mansef bi eslê xwe afgan e û wekî Wezîra Dewletê ya Berpirsiyariya Saziyên Demokratîk hat wezîfedarkirin. 15 jin û 15 mêr di kabîneyê de cih girtin. 
 
2015: Ji sala 1996'an ve li Îngilistanê xelata Romanûsa Jinan a Baileysê tê dayîn. Di sala 2007'an de xelat dan nivîskara Nîjeryayî Chimamanda Ngozi Adichie. Chimamanda bi romanûsa "Welatê ku roj bilind dibe" xelata nivîskariya herî baş girt. 
 
2016: Li hemberî HDP û siyasetmedarên kurd "darbeyek siyasî" pêk hat. Di encama "darbeya siyasî" de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di nav de 9 siyasetmedar hatin girtin. Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Îdrîs Balûken, Abdullah Zeydan û Ferhat Encu hatin girtin. 
 
2017: Lijneya Herêma Parastina Cihên Dîrokî ya Rihayê bi hinceta cihek dîrokî ye biryara hilweşandina Mala Şînê ya Sancaka Birêcikê girt. Bi hewldan û çalakiya jinên taxê hilweşandin hat rawestandin. 
 
2017: Endamên Dayikên Aştiyê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2'yê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Gireva dayikan îro hat bi dawîkirin.