3 Mijdar 1793: Olympe de Gouges hat kuştin

  • 10:07 3 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Olympe de Gouges di dîrokê de şopek li pêy xwe hişt. Bi hinceta ku fikr û ramanên wê xetere ne di sala 1793’an de hat kuştin. 
 
1793: Olympe de Gouges, di 7'ê gulana 1748'an de li bajarê Montaubana Fransayê hat dinê. Bi nivîsandina metnên lîstîkê dest bi nivîskariyê kir û bi nivîsên siyasî hat nasîn. Olympe di Şoreşa Fransayê de rolek aktîf girt û di parastina mafên jinan de bêtir derket pêş. Li gorî Olympê mêr çavkaniya polîtîkayên newekhevî û zextan a li hemberî jinê ye. Olympê li dijî Danezana Mafên Hemwelatî û Mêr a ku li Meclîsê hatî qebûlkirin, di sala 1791'an de Danezana Mafên Hemwelatî û Jin derxist. Olympe ji ber fikr û ramanê xwe di sala 1793'an de hat kuştin. 
 
1992: Dîplomat, siyasetmedar û parêzer Carol Elizabeth Moseley Braun, di dîroka Amerîkayê de cara yekem jinek ji bo senatoyê hat bijartin. Carol ji Partiya Demokrat bû di sala 1993'yan û 1999'an de li Senatoya Amerîkayê Eyaleta Illinoisê temsîl kir. 
 
2015: Jina bi navê Roksahana, li bajarê Gor a Afganîstanê ya ku di bin kontrola Talîbanan de dijî nexwest bi zewice hat kuştin. Piştî ku dîmenê kuştina wê hat parvekirin li tevahiya cîhanê kuştina wê hat şermezarkirin. 
 
2016: Piştî ku Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) di 29'ê cotmehê de bi rêya KHK'ê hat girtin, rêxistinên jinan ji bo piştewaniyê dest bi kampanyaya "Nobedariya Nûçeyan a JINHA'yê' dan destpêkirin. Xebatkarên JINHA'yê her roj li Kafeya Yeryuzu ya Kadikoyê kom dibûn û maseyek ji bo xwe veqetandin, li vir dest bi xebatê kirin. 
 
2018: Bi navê "Cîhanekî Bê Stargeh" 21'emîn Komxebata Navendî ya Piştevanî û Stargehên Jinan bi alîkariya Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrûmê hat lidarxistin. ji 25 bajaran 205 jin tevlî komxebatê bûn. 
 
2019: Li Îspanyayê ji hêla jinên Baskiyan ve konferansek hat lidarxistin û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah peyamek bi dîmen bi rê kir. Nesrîn di peyama xwe de bal kişand ser êrişên dewleta tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Em carek din ji Rojavayê dengê xwe bilind dikin. Ji bo jiyanek azad, cîhanek azad û azadiya jinan dengê xwe bilind dikin. Em bi hêvî ne, piştevaniya û piştgiriya wê bêtir me bi hêz dike. Em ê li dijî dagirkeriya Erdogan bibin yek."