1'ê Mijdara 2014'an: Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin

  • 10:25 1 Mijdar 2020
  • Di Dîrokê De Îro
1841: Jina Alman a perwerdekar, parêstvana tevgera bazkê radîkal, rojnameger û pedegok Mînna Casuer, hat dinê. Mîna ya heta dawiya jiyana xwe ji bo mafên jinan ê wêşangerî, perwerde û tevlibûna jinan a dengdayînê têkoşîn da îro 177 salî ye. 
 
1961: Li DYA'yê 50.000 jin ketin girevê. Tevgera Womens Strîke for Peace / Jin ji bo Aştiyê di Grevê de ne (WSP) ku di sala 1960'î de hat damezrandin û xwest peymana ceribandina çekên nukleer  ya  sala 1963'yan di navbera DYA û Yekitiya Soveyetê de asteng bike hat damezrandin. WSP'ê dixwest ku hikûmet ceribandina cekên atomê qedexe bike, ji bo êçek kirinê gavên şênber bên avêtin û ne ji şer re ji aştiyê re butçe bê veqetandin. Di 1'ê Midara 1961'ê de jî WSP li dijî ceribandina çekên nukleer bang li jinên DYA'yê kir ku dest ji kar berdin û bikevin grevê. Di roja grevê de jî 50.00 jin ketin revê û 800 jinan jî li Qesera Spî çavderiya grevê kir.
 
2014: Li ser banga ronakbîr, hunermend, nivîskar û kesên xelata Nobelê girtine 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.
 
2015: HDP'ê cara duduyan di hilbijartinên giştî de bendava hilbijartinê derbas kir û 23 jinên parlamenter birin meclisê. Navê parlamenteran wiha ye;  Edene: Meral Daniş Beştaş, Agirî: Leyla Zana, Dîrayet Taşdemîr, Êlih: Ayşe Acar Başaran, Saadet Becereklî,Bedlis: Mizgîn Irgat,Amed: Nursel Aydoğan, Feleknas Uca, Çaglar Demîrel, Sîbel Yîgîtalp, Colemêrg: Selma Irmak, Stenbol Huda Kaya, Fîlîz Kerestecioglu, Pervîn Buldan, Mûş: Burcu Çelîk Ozkan,Sêrt: HDP: Besîme Konca, Riha: Dîlek Ocalan,Şirnak: Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez,Mêrdîn: Gulser Yildirim,Van: Fîgen Yuksekdag, Tugba Hezer Ozturk, Bedîa Ozgokçe Ertan.