31'ê Cotmeha 1984'an: Seroka yekem a jin a Hîndistanê hat qetilkirin

  • 11:47 31 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
İndira Gandhi ya di 19'ê Mijdara 1917'an de li bajarê Allahabad ê Hîndistanê ji dayik bû yekem serokwezîra jin a Hîndîstanê ye. Di heman demê de jî duyemîn kes e ku li Hîndîstanê herî zêde serokwezîrtiya demdirêj kiriye. Îndira di 12 saliya xwe de beşdarî têkoşîna azadiya Hîndanê bû û 'Tûgaya Meymûna' ava kiriye. Ev ji zarokên keç û law pêk dihat. Armanc ew bû ku têkiliyekê di navbera Têkoşerên Azadiyê de ava bike.
 
Îndira di 1937'an de dibe endama partiya kongreyê. Di 20 saliya xwe de wekî şêwirmenda bavê xwe dixebite. Îndira ya ku li dijî mêtingeriya Îngilizan têkoşîn kir bêtir bi polîtikaya civakî û perwerdeyî mijûl bû. Di 1942'yan de bi Firoze Gandhi re zewicî. Du zarokên wê çêbûn lê zewaca wê zêde dewam nekir û di 1947'an de dev ji hevjînê xwe berda. Di 1955'an de ket katroya rêveberiya partiya xwe û di 1959'an de jî bû seroka partiya xwe. 
 
Îndira di 31'ê Cotmeha 1984'an de ji aliyê du parêzvanên Sihê li mala serokatiya Delhiya Nû bi çekê di encama sûîkastê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Lawê wê Rajiv dewsa wê dest bi peywirê kir. 
 
Îndira duyemîn kes e ku li Hîndîstanê herî zêde serokwezîrtiya demdirêj kiriye.
 
2018:Dadgeha Hîndistanê ji bo Asya Bibi ya ku bi hinceta 'heqaret li îslamê kiriye' û 8 salan di hucreyê de hat girtin, biryara îdamê dabû. Ev biryar di 2018'an de hat betalkirin û  Asya Bibi serbest hat berdan.