30'yê Cotmeha 2013'an: Ayşe Gokkan dest bi rojiya mirinê kir

  • 11:40 30 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Seroka Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan ji bo avakirina 'dîwarê şermê' bi dawî bibe çalakiya xwe ya rûniştindinê di 30'yê Cotmeha 2013'an de veguhert rojiya mirinê. 
 
Welatiyên Nisêbînê jî li dijî dîwarê şermê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Lê belê hevdîtina Ayşe Gokkan û welatiyan bi bombeyên gazê yên îsotê hat astengkirin. 
 
1902: Ji wênesazên jin a sedsala 20'emîn a Meksîkayê Maria Izquierdo, di 30'yê Cotmeha 1902'yan de li Meksîkayê ji dayik bû. 
 
1938: Elizabeth Abimbola Awoliyi bû hekîma yekem a jin a Nîjeryayê. 
 
1962: Li Zambiyayê jinan mafê hilbijartinê bi dest xistin. 
 
1976: Li Hîndîstanê zagona Destheqiya Wekhev hat qebûlkirin. 
 
2013: Seroka Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan ji bo avakirina 'dîwarê şermê' bi dawî bibe çalakiya xwe ya rûniştindinê di 30'yê Cotmeha 2013'an de veguhert rojiya mirinê. 
 
2016: Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin girtin. Berdevka KJA'yê ji ber rewş şermezar kir di heman demê de hat girtin. 
 
2016: Hewildana Jinê ya Aştiyê (BÎKG) 6'emîn konferansa xwe pêk anî. 
 
2016: Mohr li Ajansa Jinê (JINHA) ya bi KHK'ê hat girtin, hat xistin. 
 
2017: Bi perspektîfa navneteweyî, Konferansa Mafên Jinê ya Komeleya Piştigiriya Berendamên Jin (KA-DER) hat lidarxistin.