25 Cotmeh 1992: Bêrtan çalakiya dîrokî pêk anî

  • 11:04 25 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Yek ji jinên pêşeng ên tevgera jinên kurd Gulnaz Karataş Bêrîtan ku li Xakurkê li dijî îxanetê çalakî pêk anî, jiyana xwe ji dest da. Bêrîtanê bi vê çalakiya xwe navê xwe li dîrokê nivîsand. 
 
1992: Yek ji jinên pêşeng ên tevgara jinên kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Xakurkê di şerê nabera PKK û PDK'ê de ji bo teslîm nebe dawî li jiyana xwe anî.
 
2001: Sureyya Îsfendîyarî Bahtîyarî li mala xwe bi awayê bi gûman mirî hate dîtin. 
 
2014: Reyhan Cabbarî, ji ber ku mêrê tecawizî wê kir kuşt ji aliyê rejîma Îranê ve hat bidarvekirin.
 
2015: Ajansa Jinê JINHA ya bi dirûşma, "Em zimanê medyayê diguherînin" di 8'ê Adara 2012'an de hat vekirin li Kobanê nûnertî vekir. 
 
2015: Li bajarê Elmanya Wuppertal rêxistinên jinan hatin gel hev û panela bi dirûşma, "Li dijî qirkirina jinê em ê li hemû qadan xwe bi rêxistin bikin" li dar xistin.