24'ê Cotmeha 1929: Pirtûka 'Odeyeke aîde xwe' hat çapkirin

  • 12:23 24 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Pirtûka Virginia Woolf a bi navê "Odeyeke aîde xwe' wekî qerîna femînistan tê nirxandin û di 24'ê cotmeha 1929'an de hat çapkirin. Pirtûk li dijî cudakariya di navbera jin û mêran de hatibû nivîsandin, ji bo jinan jî ev pirtûk wekî manîfestoyek bû.
 
2005: Parêzvana mafên mirovan a Amerikayê Rosa Louîse Parks jiyana xwe ji dest da. 
 
2017: Jinên Êfrînê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civiyan û banga bilindkirina têkoşînê kirin. 
 
2017: Ji bo aştiyê li gelek bajaran endamên Dayikên Aştiyê bi rêketin û li Enqerê civiyan û berê xwe dan Meclîsê.