21'ê Cotmeha 1929: Ursula Kroeber Le Guîn ji dayik bû

  • 10:10 21 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Wêjevan Ursula Kroeber Le Guîn ya ku got, "Tişta tu kedê nedê tu nikarî bigirî, hun şoreşê nikarin bikirin, hûn nikarin şoreşê pêk bînin, lê hûn dikarin bibin şoreş" ji dayik bû.
 
1929: Wêjevan Ursula Kroeber Le Guîn ji dayik bû.
 
1945: Cara yekê li Fransayê jinên tevli hilbijartina şaredariyan bûn deng dan.
 
2015: Li Bajarê Til Temirê di çarçoveya xebatên HPC'ê de tabûra jinan hat avakirin. Ji Yekitiya Star a Til Temirê Ozgur Kobanê, diyar kir ku aramanca wan ew e parastina rewa pêşve bibin.
 
2017: Ji Girtîgeha Tersusê 18 girtiyên jin ji Serdozgeriya Komarê ya Bursayê re daxwazname şandin û xwestin ku derbarê tendirûstiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyekê bide. Herwiha jinan li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.