18'ê Cotmeha 2015'an: Dîlek Dogan ji hêla polîsan ve hat qetilkirin

  • 09:13 18 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Dîlek Dogan bi eslê xwe kurd û elewî ye. Di 18'ê cotmeha 2015'an de polîsên taybet bi ser mala Dîlekê de girtin û Dîlek birîndar kirin. Dîlek li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Hinek geşanên di dîrokê de îro qewimiye wiha ne: 
 
2015: Bi bangaweziya KJA'yê jin li hev civiyan û li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê li Enqerê ji bo kesên ku li Enqerê hatin kuştin çalakiya deng derxistinê li dar xistin. 
 
2015: Koordînasyona Krîzê ya RJAK'ê li Silêmaniyeya Herêma Federal a Kurdistanê banga yeketiya jinan kir. 
 
2015: Her sal "Hevdîtina Jinan" a ku her sal li bajarêkî têdarxistin, di 30'yemîn hevdîtina jinan li Arjantînê pêk lat. Hevdîtina jinan li Mar del Platayê pêk hat û 60 hezar jin tevlî hevdîtinê bû. Her wiha nûnerên Tevgera Jinên Kurd jî beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
2015: Di 18'ê cotmeha 2015'an de polîsên taybet bi ser mala Dîlekê de girtin û Dîlek birîndar kirin. Dîlek li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: RJAK ji bo şopandina krîza aborî û siyasî ya li Herêma Federal a Kurdistanê komîsyonên taybet ava kirin. 
 
2016: Xebatkara Weşangeha Aramê Zozan Emîne Ozkeskin, bi hinceta li fûara pirtûkan a Amedê pirtûkên siyatmetar Sakîne Cansiz firotiye û her wiha wêneyên Gurbetelli Ersoz daliqandiye doz lê hatibû vekirin. Zozan ji dozê bereat kir. 
 
2016: Cara yekem li Çiyayê Şengalê ji hêla Yekîneyên Jinan a Şengalê (YJŞ) ve cihên asayişê ya bi navê Şehîd Gulçin hat avakirin. 
 
2016: Civîna Meşa Jinan a Cîhanê li Mozambikê hat lidarxistin û cara yekem jinên kurdistanî wekî delege tevlî civînê bûn. Di civînê de têkoşîna jinên kurd hat silavkirin. 
 
2017: Ligel bertek û nerazîbûnên rêxistinên jinan û partiyên siyasî Meclîs erka mehr birînê ya fermî da muftiyan. 
 
2018: Marbella Ibarra li Meksîkayê ji bo pêşketina jinan a di qada fûtbolê de di nava hewldanan de bû hat kuştin. 
 
2018: Meclîsa jinan a Tebqayê di çarçoveya rêxistinbûna jinê li gundê Siwêdiyê navendek vekir. 
 
2019: Jinên femînist li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê balafirgeha Berlînê dagirkir.