12 Cotmeh 2019: Siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef hat qetilkirin

  • 12:26 12 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Sala borî îro Artêşa Milî ya Suriyeyê ya girêdayî Tirkiye û çeteyên Ehrar El Şerqiye ku piştevaniya wan dikin Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef qetil kirin.
 
Hin bûyerên girîn ku dî dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
2009: Şahîn Ogut ê ku ji sûcê êrîşa zayendî 12 caran doz derbarê wî de hatine vekirin berî bi 14 salan ji sûcê ku tecawizî zaroka ji 15 salî biçûktir kir 20 sal ceza lê hat birîn. Gumanbarê ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqeryê dihat darizandin li gel ku 14 sal di ser bûyerê re derbas bûn cezakirina wê di encama têkoşîna jinan de pêk hat.
 
2015: Fatma Esen a ku di Komkujiya Enqeryê de jiyana xwe ji dest da li ser milên jinan hat oxirkirin. Jinan di merasîma cenaze de gotin, "AKP'ya aştî qetil kir wê hesap bide jinan."
 
Ankara katliamında hayatını kaybeden Fatma Esen kadınların omuzlarında son yolculuğuna uğurlandı. Kadınlar cenaze töreninde, "Barışı katleden AKP kadınlara hesap verecek" dedi.
 
2015: Diyarbakır'ın sokağa çıkma yasağı uygulanan Sur ilçesinde polis, 12 yaşındaki Helin Şen'i katletti.
 
2015: Li Rezana Amedê nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Berîtan Canozer di encama bombeya gazê ku ji aliyê polîsan ve hat avêtin ji serê xwe birîndar bû. 
 
2015: Diyarbakır Bağlar'da haber takibi yapan Jin Haber Ajansı (JINHA) muhabiri Beritan Canözer polisin hedef gözeterek attığı gaz bombası nedeniyle yaralandı.
 
2016: Di çarçoveya Mîhrîcana Axtamara ya li Wanê pêk hat de fîlmê "Sara- Hep Kavgaydi Yaşamim (Jiyana min Her Şer bû)" hat pêşandan û ji aliyê temaşegeran ve eleqeyek mezin dît.
 
2017: Hevgerînendeya Giştî ya Weşana Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin Eren Keskîn bi 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.
 
2017: Jinên ku ji gelek bajaran gihîştin Enqereyê, "Qanuna Bextewariyê" li ber meclisê şermezar kirin û gotin, "Em destûrê nadin pêşnûme di meclisê re bê derbaskirin."
 
2017: Rojnameger Dîlîşan Îbîş, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Dêrazorê dema ku nûçeya sivîlên ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûn çêdikir hat qetilkirin.
 
2019: Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef, ji aliyê Artêşa Milî ya Sûriye ku girêdayî Tirkiyeyê ye û Ehrar El Şerqiye ve hat qetilkirin. 
 
2019: Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên wan ji jinên cîhanê re name nivîsîn.