4'ê Cotmehê: Li dijî daraza zayendperset kampanya

  • 10:57 4 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
Jinan berî niha bi 33 salan îro li dijî gotinên dozgerê Çankiriyê yên zayendparêz ku tundiyê meşrû dikin di çarçovya "Kampanyaya li dijî lêdanê" de şahî li dar xistin.  
 
1987: Dozgerê Çankiriyê Mustafa Durmuş daxwaza jineke ku tundî lê dihat kirin û dixwest xwe ji mêrê tundî lê dikir berde, bi gotinên, "Divê jin herdem dibin ço debe û ji nava wê jî dahşik qut nebe..." red kirbû. Li ser van gotinên dozger di nîsana 1987'an de jinan derbarê Mustaafa Durmuş de doza tazmînata manewî vekiribûn û di 17'ê Gulana 1987'an de jî li Parka Yogurtçû ya li Kadikoya Stenbolê meşek pêk anîbûn. Li gel kampanyaya ku berdewam dikir jinên femînîst jî, pirtûkek weşnadin û ji bo fona pêwist kom bikin jî şahiyek li dar xistin. 
  
2016: Li Gundê Herde yê girêdayî Bedlîsê di encama bombarana balafirên şer de Radîfe Erdemîr, ya li baxçeyê mala xwe giya top dikir hat qetillirin. 
 
2016: Li navenda Dêrsimê di 6'ê Îlonê de jina 71 yeksalî Naciye Ozdermîr ya hewl dida ji aliyê kolanê derbasî aliyê din bibe di encama lêdana wesayita zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest da. Polîsê bû sedema mirina Naciyeyê ku hat girtin piştî 28 rojan di daneşîna yekem a doza lê hatibû vekirin de serbest hat berdan.
 
2019: Pêşnûmeqanûna Karên Nifusê ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve di naveroka wê de hin guhertin hatin kirin û ji bo muftuyan erka mahrbrînê jî dida li gel bertekên muxalefetê bêyî tu guhertin di naveroka wê de bê kirin li meclisê hat erêkirin.