3'yê Cotmeha 2016'an: Li dijî kurtajê jinan dest bi grevê kirin

  • 10:15 3 Cotmeh 2020
  • Di Dîrokê De Îro
2016: Partiya PIS'ê ya Polonyayê bi hinceta serjimar kêm dibe zagona qedexekirina kurtajê pêşkeş kir. (Hiqûq û Edalet) Li dijî zagona partiya PIS'ê ya qedexekirina kurtajê di 3'yê Cotmeha 2016'an de bi milyonan jinên Polonyayê ev biryar şermezar kirin û dest bi grevê kirin. Jin di roja grevê de bi cilên xwe yên reş derketin derve û ew roja wekî "Duşema Reş" hat binavkirin. Piştî guhertina zagonê li welatê ku herî zêde Katolîk e di rewşên nexweşî û êrişa zayendî de jî kurtaj hat qedexekirin. 
 
2015: Şefê Sekretertiya Kabinê ya Hukumeta Japonyayê Yoshihide Suga, diyar kir ku jin di serdema şer de piştigiriyê nade yekîtiya leşkerî ya welêt û jin bi vî awayî sûcdar kir. Her wiha Yoshihide anî ziman ku divê jin bêtir zarokan bîne. Vê daxuyaniya Yoshihide gotina Serokkomar Tayyip Erdogan a "Herî kêm 3 zarok" bi bîr xist. 
 
2015: Bi banga Rahişmendiya Jinê ya ji bo Aştiyê (BIKG) 150 jinên çûbûn Cizîrê û Silopiyayê ji bo tiştên ku dîtin, guhdar kirin, bûn şahid, tiştên qewimî û li Cizîrê jiyan çawa derbas dibe rave bikin li Maltepeyê pêşangeha wêneyan li dar xistin. 
 
2016: Navenda Jinê ya Meyayê, Navenda Çandê ya Zembîlfiroşê, Mala Piştgiriya Perwerdeyê yên di bin banê Şaredariya Farqîna Amedê faaliyetên xwe didan meşandin bi tayinkirna qeyûm hatin feshkirin. 
 
2017: Wekîltiya Berdevka Meclîsa Jinê û Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat xistin. 
 
2017: Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê ji aliyê Komuna Jinê ya Meryemê li ser Jîneolojiyê semînera bi du rojan hat çêkirin.